Agirî - Şivan Perwer

30 İzlenme
Agirî - Şivan Perwer, Agirî - Şivan Perwer şarkı sözleri, Agirî - Şivan Perwer dinle, Agirî - Şivan Perwer indir, Agirî - Şivan Perwer sözleri, Agirî - Şivan Perwer şarkısı,Şivan Perwer, Şivan Perwer şarkıları, Şivan Perwer kürtçe şarkı sözleri, Agirî, Agirî - Şivan Perwer
Published
Agirî - Şivan Perwer - (The Collection 8 - 1982)
Text & Musik: Şivan Perwer

Agirî
Ey felekê xayinê te çi re li me wa kir
Te mala me xera kir
Te zarok û zêçên me bêxwedî hişt li orta perîşan kir

Ey felekê xayinê te çi re li me wa kir
Te konê me ji nava kona rakir
Te mala me xera kir
Te zarok û zêçên me bêxwedî hişt li orta perîşan kir
Te dilê dostan şikand, dilê dijminan bi me şa kir
Felekê yeman, xayinê yeman, bêbextê yeman lê wayê...

Hey birano hûnê binêrin Çîyayê Agirî dîsa bi dax û dûman e çiyê bilind e
De qama xwe bilind kiriye reşa xwe girêdaye
Hiznî bûye bang dike Çiyayê Hindê
De tu yê bêjî Agirî dîsa bi gir û hêrsa xwe tijî bûye
Agirî dîsa bi volqanan tijî bûye
Agirî Agirî Agirî dike xwîn digirî
Agirî xwîn digirî Agirî xwîn digirî
Felekê yeman xayinê yeman bêbextê yeman lê wayê…

Hey meramo leşkerê Romê zalimên Contirkan hatin, daketin bajar û gundan
Zaliman li jor kirin girêgira bafirok û teyaran
Li jêr kirin tiqetiqa topan û mîtralyozan
Xerab kirin bajar û gund ji bin de
Hey feleka xayin, mêrên me kuştin
Malên me talan kirin, zarokên me sêwî hiştin
Felekê xayin e, ne rind e îro li şûna warê şêra
Diwaqe rovî dixwîne pepûk û kund e
Felekê yeman xayinê yeman, bêbextê yeman lê wayê…

Hey de meramo wanî nabe felekê xayin e, ne rind e
Emê gaziya xwe bibin hêl û malbatên kurdan bira di gaziya me werin
Îro roja tengiyê ye, bê kar û bê kêr nabe
Heçiyên binamûs û şeref in, bira di gaziya me de werin
Heçiyên bêxîret û bêkêr bin bira di hembêzê jinên xwe de bimîne felek e xayîn e, ne rind e
Emê hêvî û benda xwe zarokê bavan û sêwiyên xwe girê din
Dibe, hinek bibîne, dibe hinek sibe nebîne
Hêviya me bi wê hêviyê heye ku wê mêr û şêrê me rabin
Mêrxasê me roje siba rabin felekê ji vê derê biqewtîne
Heyfa me ji felekê hilîne, bi mêr û mêrxas bin
Hewar kurdo, gerek e heyfa kurd û Kurdistanê li erdê nemîne
Felekê yeman, xayinê yeman, bêbextê yeman, lê wayê

Gotin û awaz: Şivan Perwer
Kategori
Sivan Perwer
Etiketler
Şivan Perwer, Şivan Perwer şarkıları, Şivan Perwer kürtçe şarkı sözleri, Agirî, Agirî - Şivan Perwer
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu siz yapın.