AYDİN - Wa Şehîd

46 İzlenme
AYDİN - Wa Şehîd, AYDİN - Wa Şehîd şarkı sözleri, AYDİN - Wa Şehîd dinle, AYDİN - Wa Şehîd indir, AYDİN - Wa Şehîd sözleri, AYDİN - Wa Şehîd şarkısı,Aydın, Hozan Aydın, Aydın şarkıları, Hozan Aydın Kürtçe şarkıları, Aydın şarkı sözleri, Wa Şehîd, AYDİN - Wa Şehîd
Published
AYDİN
Berhem: Wa Şehîd (Stran Jiyane IV) 2021

WA ŞEHÎD

Êdî roje dîrok ji xwe fikarke
Çavkoriya dîroknas tawanbarke
Fîda bûna te naske serî xwarke
Cangoriyê azadiyê wa şehîd

DÎSDOR
Pêmaya dil û wîcdana meyî tu
Zevera riknê îmana meyî tu
Anora sond û peymana meyî tu
Cangoriyê azadiyê wa şehîd

Li ser serê neyaran xofî sawî
Dilerizinî qamên wan bi vî hawî
Te' navê mirinê kir jîna bê dawî
Cangoriyê azadiyê wa şehîd

Ger me rûmet ²{karîn} heye xîreta teye
Herkes xwediyê reng û baweriya xweye
Rêka te rênîşa rizgariya meye
Cangoriyê azadiyê wa şehîd

Gotin û Awaz: Hozan Aydin
Berlin, TEBAX 2020

Pêşgotin:
Gelî guhdarên ezîz, dîsa bi berhemeke ji stranên xwe ku bi babetên curbecur ez hestên xwe bi we re parve dikim.

Wek tê zanîn ji ber şewba koronayê ev demeke dirêj e, ku mixabin li tevahiya cîhanê jiyan di bin bandoreke nerênî de û di xeteriyeke gelek mezin de didome. Ez jî wek alemê di mala xwe de mam, lê min ev nerêniya bi hestên hunerî dagerand erêniyê, spas ji xweda re!Min sê berhem amade kirin ku bi niyeta di sala 2021an de her sê berheman bigihînim we guhdar û hunerhezên hêja. Wek herdem bi hêviya ku hûn ê dîsa bi awayekî para dilê xwe jê werbigirin. Guhdarî xweş...

Spasî:
Di serî de spasiya herî mezin ji bo hevjîna min Samiye, ku di vê rê de tu caran ez bi tenê nehiştim, herdem bûye arîşena dilê min û her hêz daye hestên min. Di wêneyên vê berhemê de jî dîsa li pey min westiya û wek gelek caran keda wê gelek e.

Sponsor
Gelek spas ji bo hunerhez, hunerparêz û welatparêzên Kurd Nihat Yıldırım û Zeynel Çakar, ku dîsa ji bo vê berhemê jî bûn piştgir. Ez çavên wan û dilên wan xortên delal maç dikim.

Deutsch-Kurdisches KulturInstitut
Wek weqfeke çandî ku bi taybetî li Ewropayê, ji bona ku mafê huner û hunermendên Kurd biparêze hatiye damezirandin; hem parastina mafê min, hem bi parastina her awayî mafê vê berhemê û hem jî belavkirina vê berhemê hilgirt ser xwe. Spas ji bo vê saziya me ya nirxdar!

Verastker û rêveberê vê berhemê Mizgîn Ayaz, xweyî kedeke mezin e bêguman, mixabin me bi zindî hîna hev nedîtiye, lê bi riya telefon û video gelek têkeliyên me çêbûn; muzîkjenekî baş û kêrhatî ye. Mirovek xweşsuhbet û devbiken e; xwedê kenan tu carî ji rûçikên wî kêm neke înşallah!






#HozanAydin #WaŞehîd #StranJiyane
Kategori
Hozan Aydın
Etiketler
Aydın, Hozan Aydın, Aydın şarkıları, Hozan Aydın Kürtçe şarkıları, Aydın şarkı sözleri, Wa Şehîd, AYDİN - Wa Şehîd
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu siz yapın.