Bavê Fexro - Şivan Perwer

28 İzlenme
Bavê Fexro - Şivan Perwer, Bavê Fexro - Şivan Perwer şarkı sözleri, Bavê Fexro - Şivan Perwer dinle, Bavê Fexro - Şivan Perwer indir, Bavê Fexro - Şivan Perwer sözleri, Bavê Fexro - Şivan Perwer şarkısı,Şivan Perwer, Şivan Perwer şarkıları, Şivan Perwer kürtçe şarkı sözleri, Bavê Fexro, Bavê Fexro - Şivan Perwer
Published
Bavê Fexro - Şivan Perwer - (The Collection 10 - 1985 )
Text: traditionell
Musik: Şivan Perwer

Bavê Fexro

Bavê Fexriya qurba min go îro dinya ewr e oy…
Ax lo nabe sayî, hawar li min min rebenê
Lê li bavê Fexro derketine taqîbatê
Tabûra Sêrtê bi sê alayê hawar li min oy...
Gelî gundî û cîranan çima bavê Fexro ne li mal e?
Hun dibînin ode ji mêvanan xir û xal e
Hawar li min min rebenê oy…

Bavê Fexriya qurba min go ji înê heta înê
Hawar li min min rebenê
Îro sê roj û sê şev e bavê Fexro birîndar e li nav nivînê…
Ezê rabim daw û delingê xwe hilgêvim herim Handaka xopan
Mala Erekêlê hekîm, bêjim hekîmo qurba sîng û berê min rebenê
Ji bavê Fexro re bike melhema devê vê birînê hawar li min
Heyfa mêra ye di çi halî, hawar li min min rebenê

Min go bavê Fexro were em bi destê hevdu bigrin... oy
Ax lo herin çiya, hawar li min min rebenê
Lê li min mal şewitiyê ezê derbasî hêla malê bûme
Bavê Fexro bi ser birînê xwe de kûr dinaliya hawar li min
Heyf û xebîneta bavê Fexro, siwarê Gêjo, torinê mala Ezo
Birîndar bû bi sê gulên van Romiya ax hawar li min
Emrê çûyî car di nayê min rebenê

Bavê Fexriya qurba min go bi qîzanî lo…
Pir delal bûm hawar li min min rebenê
Gidî qurban wele bi bûkanî oy karxezal bûm hawar li min
Bişewite mala mêrê xerab û Romiyan
Çawa sala îsal ez pîr û kal bûm
Ax emrê çûyî car di nayê ay…

Gotin: Gelêrî
Awaz: Şivan Perwer
Kategori
Sivan Perwer
Etiketler
Şivan Perwer, Şivan Perwer şarkıları, Şivan Perwer kürtçe şarkı sözleri, Bavê Fexro, Bavê Fexro - Şivan Perwer
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu siz yapın.