Berfin - Buhar

6 İzlenme
Berfin - Buhar, Berfin - Buhar şarkı sözleri, Berfin - Buhar dinle, Berfin - Buhar indir, Berfin - Buhar sözleri, Berfin - Buhar şarkısı,Buhar, Berfin, Berfin - Buhar
Published
Berfin Aktay - Buhar

Sitran: Buhar (Buhar Hatiye Çogê)
Helbest: Seydayê Tîrêj
Muzîk: Berfin Aktay
Keman: Baran Ertaş
Kanun: Süleyman Kurt
Gitar: Yunus Atış
Bass: Hogir Nazlier
Keyboard: Ömer Baran
Percussion: Pir Kemal Barış
Production: Berf Production
Director: Mehmet Acaruk
Organizer: Berfin Ceylan
Spasî ji bo Hakan Eraslan- DossoDossi



Serhilde ji xew ey Kurdo roj hate delava
Tamara xewê girtiye ma ser herdû çava

Kêlek li te hişk bûne li ser merş û kulava
Serma çû nema dengê birûsk û ewr û tava

Marmara mî û berxa buhar hatiye çoga
Di çirûsin kulîlk vêga bi şebnem û xunava

Xemla xwe girêdaye zemînê bi kulîlka
Bihn û bexê davêje wekî misk û gulava




Rabe ber bi jînê ve belengazo du gava
Tê xurde herî jaro li ber pêlên di ava

Bê çare bimînî tê di nav toz û icaca
Seyda te nema tê dest bi nêçîr û bi rava

Şêrîne welat taceke zêrîne birader
Nefroşe bi erzanî bi dînar û derava

Govendeke çar goşe li meydanê li darxe
Da deng bide Gulistan bi mizgîn û silava
Kategori
Berfin Aktay
Etiketler
Buhar, Berfin, Berfin - Buhar
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu siz yapın.