Ferec Derwîş - Hay lê gulê / #Kurdish_mashup
Gotin û Awaz
Folklorê Kurdî
..
Hay lê gulê
Hey lê gulê û lê gulê lê gulê û lê gulê
Wey lê gulê û lê gulê Gulîca Mûsilê wey
Şîn bû li serkê milê lê gulê û lê gulê wey
Şîn bû li serkê milê Gulîca Mûsilê wey
Min daye ber bêvilê lê gulê û lê gulê wey
Min daye ber bêvilê Gulîca Mûsilê
..
Gulam gula buhara lê gulê û lê gulê wey Gulam gula buhara Gulîca Mûsilê wey
Şîn bû li ser beyara lê gulê û lê gulê wey
Şîn bû li ser beyara Gulîca Mûsilê wey
Li ber pozê siwara lê gulê û lê gulê wey
Li ber bîna siwara Gulîca Mûsilê
..
Bera Nehata
Bera nehata tava terezê
Bera nehata tava terezê
Bera lê nekra li dexlê xerezê
Li ber serê kê û kê. bêhna nêrgizê
Li ber serê zave. bêhna nêrgizê way way
Bera nehata tava baranê
Bera nehata. tava baranê
Bera lê nekra li şewla Letanê
Li ber serê kê û kê. bêhna rîhanê
Li ber serê zave bêhna rîhanê way way
..
Heb nar
Heb nar gulê û gulê hebnar gulê sorgulê
Heb nar gulê gulê hebnar gulê sorgulê
Keça mîrê Mûsilê Heb nar gulê û gulê
Keça mîrê Mûsilê hebnar gulê sorgulê
Min dest danî ser milê Heb nar gulê û gulê
Min dest danî ser milê hebnar gulê sorgulê
..
Ketim rezê bavê te Heb nar gulê û gulê
Ketim bexçê bavê te hebnar gulê sorgulê
Yeka min û yeka te Heb nar gulê û gulê
Yeka min û yeka te hebnar gulê sorgulê
Ez ramûsim rûkê te Heb nar gulê û gulê
Ez ramûsim rûkê te hebnar gulê sorgulê
- Kategori
- Kürtçe
- Etiketler
- Kurdish Mashup, HAY LÊ GULÊ, F E R E C D E R W I Ş, Folklorê Kurdî