Kurdistan Şên Dibe - Şivan Perwer

21 İzlenme
Kurdistan Şên Dibe - Şivan Perwer, Kurdistan Şên Dibe - Şivan Perwer şarkı sözleri, Kurdistan Şên Dibe - Şivan Perwer dinle, Kurdistan Şên Dibe - Şivan Perwer indir, Kurdistan Şên Dibe - Şivan Perwer sözleri, Kurdistan Şên Dibe - Şivan Perwer şarkısı,Şivan Perwer, Şivan Perwer şarkıları, Şivan Perwer kürtçe şarkı sözleri, Kurdistan Şên Dibe, Kurdistan Şên Dibe - Şivan Perwer
Published
Kurdistan Şên Dibe - Şivan Perwer - (The Collection 8 - 1982)
Text & Musik: Şivan Perwer

Şên Dibe

Kurdistan şên dibe

Kurdistan dayîka derd û xeman
Hezar salan beriya bûyîna pêxember Îsa
Gerden, kam û rûkê xwe şuşt di nav ava gul de
Bejna delal xemiland di nava zêr û zîv de
Te hêlîn çêkir û şên hat di rojhilata navîn de
Ji bavê mar Medya hez kir û te li ser dil de
Bi evîna salan bi hev şa bûn we tev perwaz de
Li nav baxê cîhan te reh û şax de
Eman, eman, halê Kurdistan
Tu him derd û xem î, tu him dil û can

Tu bû dayîkek û keliya bi ser zarokên xwe da
Di paşila xwe da xwedî kir ji wan dest berneda
Kardox, Xaldêw, Hûrî, û Nêyrî di mala te da
Sûmer, Asûr, Babîl, Tirk û Ereb û Faris di xêr û bêra te da
Enqere, Bexda û Tehran hember te rabûn
Keda te înkar kirin, bi te re neyar bûn
Li ser rengê kedxwariyê li hev nekirin
Canê Kurdistan li hev par kirin
Eman, eman, halê Kurdistan
Tu him derd û xem î, tu him dil û can

Ruh û canê min bo te qurban, xaka Kurdistan
Ji bîra me qet tu naçî, ta wer bin goristan
Çiya deşt û zozanên te bi hêstirên çavan
kemiland bi kirinê salan, bi xwîna şehîdan
Rabûn, rabûn, zarokên te rabûn
Bi hawar û girî û şîna te ya salan şiyar bûn
Bi ala te bixemilînin şadî û azadî
Li nav baxê cîhan bo dostî û biratî
Eman, eman, halê Kurdistan
Tu him derd û xem î, tu him dil û can

Sal bû 1984, ew dawe hîn neqediyaye wanî
Min hîn notên helbestê yên dawiyê nenivîsandine.
Lew ev çîrok wanî naqede.

Gotin û awaz: Şivan Perwer
Kategori
Sivan Perwer
Etiketler
Şivan Perwer, Şivan Perwer şarkıları, Şivan Perwer kürtçe şarkı sözleri, Kurdistan Şên Dibe, Kurdistan Şên Dibe - Şivan Perwer
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu siz yapın.