Mala Min - Şivan Perwer

23 İzlenme
Mala Min - Şivan Perwer, Mala Min - Şivan Perwer şarkı sözleri, Mala Min - Şivan Perwer dinle, Mala Min - Şivan Perwer indir, Mala Min - Şivan Perwer sözleri, Mala Min - Şivan Perwer şarkısı,Şivan Perwer, Şivan Perwer şarkıları, Şivan Perwer kürtçe şarkı sözleri, Mala Min, Mala Min - Şivan Perwer
Published
Mala Min - Şivan Perwer - (The Collection 11 - 1986)
Text & Musik: traditionell

Mala Min

Ûy de mala min, ûy de mala min
Mala bavê min mala meran e heywax
Dere mala min hêy… lê mala bavê min mala meran e
Û konê mala bavê min rebena Xwedê konê mala meran e ha wa wey lê…
Dere çawa bi destê bavê Lalo girtin xistin kelepçê
Berê wî dane hepisxana bajarê Qersê digo yellah lo kurdo
Dere çawa berê zarok û zeçên wî dane guhê van gundan e de hoy, hoy…
Mala bavê min mala meran e ha wa wey lê…
Dere mala min hêy…
Ûy de mala min, mala min...
Mala bavê min mala meran e ha wa wey lê oy
Û çadira bavê Lalo danî li ber çema
Xeybetê berxê mala Emer Begê vê sibekê danî li berê çema
Were vê sibekê naziman û qumandarê Qolordiya Diyarbekir
Hatîn kon û kozikê xwe danîn cem me
Belê wezê nakevime ber kuştin û girtina bavê Lalo
Siwarê kovê ezê ketime ber heyfa wê heyfê
Dere çawa destê wî xistin darê kelepçê
Berê wî dane hepisxana bajarê Erziromê
Dere çawa berê zarok û zêçê wî danê nav Ecem e oy oy….
Mala bavê min mala meran e ha wa wey lê oy….
Dere mala min hêy…
Ûy de mala min, mala min…
Mala bavê min mala meran e ha wa wey lê oy
Û çadira bavê Lalo danî li serê latê
Xeybetê berxê mala Emer vê sibekê danî li serê latê
Belê îro sê roj e alaya Sêrtê
Tevî mufreza cendirmê tabûra eskerê vê xelatê
Belê digerine li bavê Lalo, siwarê kovê
Li vê dews û li vê rêç û li vê deşt û taqibatê
Wele ezê nakevime ber girtin û kuştina bavê Lalo
Ezê dikevim ber heyra vê heyrê
Û axalerkê me ser re dibêjin
Çawa tu bûyî fîrar û mahkûm û qaçaxê hukûmatê hoy de hoy
Mala bavê min mala meran e ha wa wey lê oy…

Gotin û awaz : Gelêrî
Berhevkar: Şivan Perwer
Kategori
Sivan Perwer
Etiketler
Şivan Perwer, Şivan Perwer şarkıları, Şivan Perwer kürtçe şarkı sözleri, Mala Min, Mala Min - Şivan Perwer
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu siz yapın.