Mem ARARAT - Bîranîn

26 İzlenme
Mem ARARAT - Bîranîn, Mem ARARAT - Bîranîn şarkı sözleri, Mem ARARAT - Bîranîn dinle, Mem ARARAT - Bîranîn indir, Mem ARARAT - Bîranîn sözleri, Mem ARARAT - Bîranîn şarkısı,Mem ARARAT, Mem ARARAT şarkı sözleri, Mem ARARAT şarkıları, Mem ARARAT dinle, Quling Ewr û Baran, Mem ARARAT - Bîranîn, Bîranîn
Published
BÎRANÎN

Min dit ew çiyayên bêdeng
Bi dengê te bir hewar e
Li çar hêlên xwe vêxist agir
Lê ew ne intîxare

Qêrînên te bêhempa bûn
Hişbûnên te jî wisa
Li gel bayê xerbî
Tu xortekî kal î

Wê mirin bi te şa nebe
Tu mayî ji sibehan

Ji evînê tu qut nebûbû
Û tevahiya jînê
Bê te payîz xalî bû
Te hêz daye vînê

Min dit çiya lalek bû
Tu jê re buyî hawar
Bi dengê te şîn bû hêvî
Rengîntir bûye bihar

Qêrînên te ew zindî bû
Hişyar kir ji xewa giran
Bûye teyrek firî bû
Venişt li bilindahiyan

Nexşeya evînê xem e
Şopên wê ma li payîzan
Pel diweşînin loma,
Mizgîn didin ji biharan

Dara hesretê ye dunya keko
Bêyî xeman stewre ew
Erdnigariya şahiyan wendaye hêjî
Tê gotin bi ber ava çemekî ketiye
Û li qiraxa hezkirinekê şîn bûye
Li deverek biyanî,lê ne gelekî dûr
Dibê ku bi qasî mijangên xwe nêzîk
Lê ew dîsa jî wenda ye
Ew li wir ketiye:
Li ku lal bûbe çivîkek
Li ku giriya be zarokek
Li ku êşiya be birînek
Xatirxwestinên bê wext para kê be
Qêrînên herî delal yê wan e keko.

Gotin û Muzîk : Mem Ararat
Tembûr: Mem Ararat
Kategori
Mem ARARAT
Etiketler
Mem ARARAT, Mem ARARAT şarkı sözleri, Mem ARARAT şarkıları, Mem ARARAT dinle, Quling Ewr û Baran, Mem ARARAT - Bîranîn, Bîranîn
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu siz yapın.