Rıdvan İbri - Jîna Emînî

4 İzlenme
Rıdvan İbri - Jîna Emînî, Rıdvan İbri - Jîna Emînî şarkı sözleri, Rıdvan İbri - Jîna Emînî dinle, Rıdvan İbri - Jîna Emînî indir, Rıdvan İbri - Jîna Emînî sözleri, Rıdvan İbri - Jîna Emînî şarkısı,
Published
#KomMüzik Navenda Muzîka Kurdî / Kürtçe Müziğin Adresi

Dê gul vebe bibe bihar
Wê neheqî bibe tobedar
Hêvî naşikê em in bêar
Rabe ser xwe neke hewar

Wê xeniqe zilm û zordar
Bejna zirav rengê zelal
Ji bo xatirê çavên reşbelek
Biskên te bibin azad

Jîna Emînî
Şerma giranî
Em ê porê te şeh bikin
Tu bi vî bizanî

Keç û xortên aştîxwaz
Bûn yek nefes û li ber xwe dan
Nemîne çavên te li paş
Li benda me ne rojên şanaz

Gotin û Muzîk: Rıdvan İbri
Aranje: Ciwan Ayaz
Derhêner: Roni Ekinci
Derhênerê Dîmenê: Abdullah Uysal
Kamera: Abdullah Uysal, Erhan Arzık
Make Up: Ahmet Kaplan
Dans: Destan Taşdan

Rıdvan İbri di sala 1989an de li navçeya Hêwel a Sêrtê tê dinyayê û di 2013an de li Stenbolê bi cih dibe û li Beşa Perwerdeya Dengî ya Fakulteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Halîçê dest bi perwerdeyê dike. Piştî ku tê digihêje ku perwerdeya wî ya dibistanê dê nîvco bimîne ji ber ku neçar e hem bixebite hem jî perwerdeya xwe berdewam bike, li Konservatuara Şaredariya Avcilarê dest bi perwerdeya xwe ya bingehîn a muzîkê, koroya pirdengî û perwerdeya ûdê kiriye.
Rıdvan İbri dibêje, "Piştî xebatên perwerdeyê, hêza muzîka kurdî û wêjeya kurdî hişt ku ez xebatên bi vî rengî bikim" û dide zanîn ku wextê ku helbestên wî yên bi awayekî amatorî nivîsandî li hin mecrayan tên weşandin ev yek dibe wesîle ku ew dest bi xebatên çêkirina besteyan bike.
"Huner rêyek e ku mirov ragihandina xwe ya li ser bingeha fikirandin û danhestpêkirinê ava bûyî nemir bike.
Ji vê hêlê ve, huner ew e ku mirov aliyên civakê yên jevcuda fam bike û daxwaza pevrejiyanê tatbîqê jiyanê bike.”, Rıdvan İbri bi van hevokan fikra xwe ya li ser hunerê tîne ziman; navê yekemîn berhema ku Rıdvan İbri di studyoyê de amadekariyên wê temam kirine û pêşkêşî guhdarên xwe kiriye “Jîna Amînî” ye.
Rıdvan İbri hestên xwe yên der barê vê berhemê de wiha tîne ziman:
"Bo mînak, daxwaza pevrejiyanê ku mirov di avakirin û birêvebirina wê de zehmetiyê dikişînin heke dewlet li hemberî vê yekê hişmendiya xwe ya prîmîtîf û xam bikin dewreyê, bi biskeke jineke nûciwan nikaribin û tevî hemû van tiştan jî ji xwe fedî nekin, hingê tekane rêya ku li ber we dimîne vegotina hebûn xwe ye.”
Di demên bi vî rengî de, hemû şaxên hunerê jî dê helbet çek û rextên xwe girê bidin.
Min jî vê carê devê çeka xwe ber bi xwe ve kir ku ev çek pênûsa min e û bi fêdî ev stran beste kir."
Strana “Jîna Amînî” ku li ser hemû platformên dîjîtal heye, di salvegera qetilkirina wê de di bin banê KOM Muzîkê de li pêşberî guhdaran e.


Hun dikarin bibin aboneyê kenala me û piştgrî bidin me / Kanalımıza Abone Olarak ve Dinlediğiniz Eseri Beğenerek Destek Olabilirsiniz / بۆ پشتگری کردن لە ئێمە دەتوانن لە کاناڵەکەمان دا خۆتان ئابونە بکەن


Ji bo zêdetir muzikê bibin abone / Daha Fazlası İçin Kanalımıza Abone Olun : https://bit.ly/2kEQVxs بۆ بیستنی موزیکی زۆرتر تکایە ئابونە ببن.

Navnîşanên Kom Mûzîkê Yên Torên Civakî / Kom Müzik Sosyal Medya Adresleri / ناونیشانی تۆرە کۆمەڵایەتییەکانی کۆم موزیک;

Facebook: https://bit.ly/2LZkbKv
Instagram: https://bit.ly/2wOeOch
Twitter: https://bit.ly/2wH9vKV
https://kommuzik.com/


#kurdishmusic #kurd #kurdi #kurdish #kurdishsong #stranenkurdi #kürtçemüzik #kürtçe #stranenkurdi #muzikakurdi
Kategori
Kürtçe
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu siz yapın.