Senar Renda - Kanê Welatê Min

3 İzlenme
Senar Renda - Kanê Welatê Min, Senar Renda - Kanê Welatê Min şarkı sözleri, Senar Renda - Kanê Welatê Min dinle, Senar Renda - Kanê Welatê Min indir, Senar Renda - Kanê Welatê Min sözleri, Senar Renda - Kanê Welatê Min şarkısı,
Published
#KomMüzik Navenda Muzîka Kurdî / Kürtçe Müziğin Adresi

Beşa 1.

Êvare dîsa hinavê min
Tar û mare
Pêtekê ketî hindûrê min
Lê belê ya sare
Ne mîna evîndare
Heçko ji min ra neyare
Dev ji bîrêm bernade
Ji ber wê dil bi wêzare
Heware hevalno
Ji boy halê min heware
Destê xwe davêjim kîjan
Gula her Jahr û mare
Jîyanê birînekê kirî
Dilda pir xedare
Ev ne wekya demane
Jiber wê bîr bê baldare
Binêre dilê min
Ji boy felat birîndare
Hewar û gazîna min
Liser çiya ma bê pare
Dengî bilind nakim
Na bêjim eve çi hale
Misteheq bû qederê
Kire ser mila ev bare
Girane barê ser milêm
Deman ji nabe çare
Lê dizanî eve ne dawî
Ne jî yekem care
Xweziyê rakiriye
Ji boy min ev ferware
Her wisa xwezayê jî
J'insanî ra koledare

Beşa 2.

Rûyê xwe di gehînim
Kîjan welatî bûhare
Lê loma tenê welatê min
Serma û sare
Hêviya em ji xwedayê
Dikin jî ya bê pare
Dizanî ew ji me
Ne dost ne jî yare
Binê dara cema bûn
Da Jêre bikine çare
Be kanê xelas bûn bû
Ji me re ev biryare
Vala derxistin binêrin
Êdî kolan Ji vale
Dizanî em dane
Du kûrûşê pare
Evîna dilê min sare
Dilê min bi kerban bi bare
Pêş çavê min ne keve
Tejî nav hizrê min da jare
Vîna min serdare binêre
Bîrdozî Jî tar û mare
Bi destê xwe di gerin
Da Ji boy xwe bibin çare
Erê dinya tare xezebe
Ji boy me dojehware
Hinî em nebin yek hebet
DêJi esman xwin bi bare
Hêvîya xwe neşkîne
Bê hêvîtî nabe çare
Ger bîrdozê xwedîkî
Pêşeroja me bûhare

# Dawi
Belê eve bi sedan sale
Gelek netew liser ve axê hatin û çûn
Hera hatî jî Ji mera fermanek rakiriye
Lê ez bawerim ew ne ji waye
Ji meye ji ku kurme me ji meye
Erê kurme me Ji meye

#Dîsa Gotin
Dê rabe dile min
Xirabe warê min
Bi pirse Ji halê min
Kanê welatê min

Gotin û Muzîk: Senar Renda
Beat: Abadullah Kırbaş
Mix - Mastering: Abadullah Kırbaş
Studyo: Sentez Muzîk Atolyesi (GEVER)


Hun dikarin bibin aboneyê kenala me û piştgrî bidin me / Kanalımıza abone olarak ve dinlediğiniz eseri beğenerek destek olabilirsiniz / بۆ پشتگری کردن لە ئێمە دەتوانن لە کاناڵەکەمان دا خۆتان ئابونە بکەن

Ji bo hûn zêdetir mûzîkan gûhdar bikin, bibin endamê qenala me / Daha fazlası için kanalımıza Abone Olunuz : https://bit.ly/2kEQVxs​​​​ بۆ بیستنی موزیکی زۆرتر تکایە ئابونە ببن.

Navnîşanên Kom Mûzîkê Yên Torên Civakî / Kom Müzik Sosyal Medya Adresleri / ناونیشانی تۆرە کۆمەڵایەتییەکانی کۆم موزیک;

Facebook: https://bit.ly/2LZkbKv​​​​​
Instagram: https://bit.ly/2wOeOch​​​​​
Twitter:https://bit.ly/2wH9vKV
Kategori
Kürtçe
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu siz yapın.