Talat Yeşil - Dîlber

5 İzlenme
Talat Yeşil - Dîlber, Talat Yeşil - Dîlber şarkı sözleri, Talat Yeşil - Dîlber dinle, Talat Yeşil - Dîlber indir, Talat Yeşil - Dîlber sözleri, Talat Yeşil - Dîlber şarkısı,
Published
#KomMüzik Navenda Muzîka Kurdî / Kürtçe Müziğin Adresi

Dîlbera gerden bi morî
Li bejnê nîn e yek qusûrî
Sîma û sifat ji rengê hûrî
Hawar ji destê te dilber

Sorgûla gelîyê Xizanê
Çav û birî ji kevanê
Te dil revand bi zilfanê
Hawar ji destê te dîlber
Medet ji derdê te dîlber

Kerem bike şane şînê
Dêm gezoyê xwînşirînê
Em vexwarin ava evînê
Hawar ji destê te dîlber

Şev û roja meyl li te me
Hiş û aqil tev li cem e
Tebata dil bêyî te tune
Hawar ji destê te dîlber
Medet ji derdê te dîlber

Sing ji baxên gula alê
Li gerdenê cotek xalê
Şekirê Şamê li ber talê
Hawar ji destê te dîlber

Sebr û tebata wê jînê
Tu nazdar î nazelîn î
Min xelas bike ji vê êtunê
Hawar ji destê te dîlber
Medet ji derdê te dîlber

Gotin û Mûzîk: Talat Yeşil
Aranje: Masum Yiğit

Hun karin bibin aboneyê kenala me û piştgrî bidin me / Kanalımıza Abone Olarak ve Dinlediğiniz Eseri Beğenerek Destek Olabilirsiniz / بۆ پشتگری کردن لە ئێمە دەتوانن لە کاناڵەکەمان دا خۆتان ئابونە بکەن

Ji bo zêdetir muzikê bibin abone / Daha Fazlası İçin Kanalımıza Abone Olun : https://bit.ly/2kEQVxs بۆ بیستنی موزیکی زۆرتر تکایە ئابونە ببن.

Navnîşanên Kom Mûzîkê Yên Torên Civakî / Kom Müzik Sosyal Medya Adresleri / ناونیشانی تۆرە کۆمەڵایەتییەکانی کۆم موزیک;

Facebook: https://bit.ly/2LZkbKv
Instagram: https://bit.ly/2wOeOch
Twitter: https://bit.ly/2wH9vKV
https://kommuzik.com/

Talat Yeşil; Gelî hevalan hûn dizanin rêvîtiya afirandina berhemeke hunerî divan şert û mercên demê de bi rastî gelekî zor û zehmete. Ne xasim tu liser zimanekî mina zimanê Kurdî hesas û di bin xetereya pişaftinêde hûner bikî wê demê berpirsîyarîya dîrokî dikeve ser milênte û barê te girantir dibe . Weke tê zanîn liser axa me, zimanê me, xwezaya me, çanda me û bi tevahî liser gelême polîtîkayên qirkirinê bi her awayî tên meşandin . Di rewşekî wisa de pêvîste ku hunermendên Kurd li gorî van rastîya tevbigere . Pêvîste ku helbest, peyker, wêje, şano ,govend, stran û li gorî rastiya tekoşîna azadiya vî helê qedîm bibe. Wê demê emê bi serbilîndî bibêjin ku xwedî derketîn û pêşkêşiya mîrateyê şehîdên vê rastîya emin.

Spasiya Talat Yeşil;
Ji bo hevalêmin ê hêja û aranjorêmin Masum Yiğit, rê hevalên müsikjen Erkan Baran, Hüseyin Can Pala, Serdar Baba, Dewrim Özlük, KOM Müzik û xebatkarên wê re...

#kurdishmusic #kurd #kurdi #kurdish #kurdishsong #stranenkurdi #kürtçemüzik #kürtçe #stranenkurdi #muzikakurdi
Kategori
Kürtçe
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu siz yapın.