Xelîl Xemgîn - Bagok

19 İzlenme
Xelîl Xemgîn - Bagok, Xelîl Xemgîn - Bagok şarkı sözleri, Xelîl Xemgîn - Bagok dinle, Xelîl Xemgîn - Bagok indir, Xelîl Xemgîn - Bagok sözleri, Xelîl Xemgîn - Bagok şarkısı,Xelîl Xemgîn, Xelîl Xemgîn sözleri, Xelîl Xemgîn şarkı sözleri, Bagok, Xelîl Xemgîn - Bagok
Published
Xelîl Xemgîn - Bagok
Album : Bagok
Text & Musik: Xelîl Xemgîn

Diçe Adar, dibe Nîsan mizgînî li Gulan
Kehnî û robar diherkînin ava nuh jiyan

Şîndikin darên kevnar, giyan didin miriyan
Hemî rê yên azadiyê tên ji Kurdistan


Serê rojek a buharê bi xeml û rengîn
Seranserî dîroka xwe dinivsîne bi xwîn
Tuxûbên jiyanê dinasîne Mihemed Emîn
Baxên jiyanê av dide rêheval Delîl


Tîrêjin beyanê nola tîrevana dan
Qelişandin perdên reş û tarî û giran
Pencên roja sor avêtin, birqand rû qadan

Keland axa weke volkan, gelan serhildan


Çiyayê Bagokê bi domane buhar û rengîn
Ceng û halane digere li çiyayê jorîn
Ji Dêrîka çiyayê maziya heya Nisêbîn
Eniyên cengê dikelînin hawar û qêrîn


De bila bi xela nemîne dêrîka çiyayê maziya bi mij û morane...
De mîna Gebar Berzan û Benavok û Helepçe
Gelî û newalên xwe bi ser xwe de berdane...
Bi sund û qesem be, emê reş û şîna xwe girênadin li ser şehîdên xwe....
li ser şehîdên me li çiyayê Bagok û Dêrîka çiyayê maziya...
Ji bîra me naçe, ji dilê me derna ye, emê ji zar û zêçên xwe re bêjin....
De bila çiyayê bilind bêje, hers û gir û nifrîna xwe bi ser xwe de birêje.....



Gotin û Muzîk: X. Xemgîn/1988
Kategori
Xelil Xemgin
Etiketler
Xelîl Xemgîn, Xelîl Xemgîn sözleri, Xelîl Xemgîn şarkı sözleri, Bagok, Xelîl Xemgîn - Bagok
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu siz yapın.