Xelîl Xemgîn - Bûka Cîhanê

25 İzlenme
Xelîl Xemgîn - Bûka Cîhanê, Xelîl Xemgîn - Bûka Cîhanê şarkı sözleri, Xelîl Xemgîn - Bûka Cîhanê dinle, Xelîl Xemgîn - Bûka Cîhanê indir, Xelîl Xemgîn - Bûka Cîhanê sözleri, Xelîl Xemgîn - Bûka Cîhanê şarkısı,Xelîl Xemgîn, Xelîl Xemgîn sözleri, Xelîl Xemgîn şarkı sözleri, kürtçe şarkı sözleri, Bûka Cîhanê, Xelîl Xemgîn - Bûka Cîhanê
Published
Xelîl Xemgîn - Bûka Cîhanê
Album : Zend
Text: Cegerxwîn
Musik: Xelîl Xemgîn

ŞAM ŞEKIRE WELAT ŞÊRÎNTRE
Welatê min tiwî bûka cîhanî
Hemî bax û bihuşt û mêrg û kanî
Şepal û şeng û şox û naz û gewrî
Gelek şêrîn û rind û pir ciwanî

Serî taca Selehedînê Kurdî
Enî roje di birca asîmanî
Du birhên te kevanê Rustemê Zal
Du zulfên te ji tîrên qehremanî.


Riwê te agirê Zerdeşt û Mezdik, ji te hêstir û şeraba kemuranî
Du lêvên te kitêba Hacî Qadir, zimanê te ji benda seyda yê
Xanî
Çena te guhê çudî û Hebler, qirik eywan û taxa Kesrewanî
Di sînga te kitêba Zendevîsta, memik ferfûre tê de neqşê manî


Du destên te tixûbên tirk û iran, hero cenge bi tîrên zerveşanî
Ji sînga te bi jêr de gelyê Laleş, ziyaretgehe bo me her zemanî

Bi nîşan û bi nan û xwîn rijandin, me dest girt û qelen da û tu anî
Serî û pa û zend û bazintev bi hine, hemî sorin ji rengê erxewanî


Bite em şanebûn ev bû du sed sal, ji me dengê tivengan çû ye banî
Bira, lawû bav û ap û pismam, li ser te hev dikuştin di rengêpêhlewanî


Ji Loran ta bi Zazan tev bi xencer, dihatin hev li meydanê beranî

Bi talan û bi kuştin, hem bi sohtin, me konê şer li ser sînga te danî
Emîr û begler û paşa û axa, kirin wêran sera û birc û xanî
Li alîkî te deng û ceng û halane, li alîkî seda yê xewsê sanî.


Du derdên me hebun, dijwar û xedar, xizanî yek ewê di her nezanî
Weke şêr û piling em diçûn hev, penêr rovî ji meydanê hilanî
Me ew rojên ciwanî tev bi derdan, bi zîvarî, belengazî û şivanî
Herê bûkê pepukê jarê mestê, li ser sînga te zava man biyanî


Te reş daye serê xwe ber li ser me, li rokê dibî pîroz kitanî

CEGERXWÎN e kurê te her dinale, ji ber jana nezanî û xizanî.

Helbest: Seyda Cegerxwîn
Awaz û Muzîk: Xelîl Xemgîn.
Kategori
Xelil Xemgin
Etiketler
Xelîl Xemgîn, Xelîl Xemgîn sözleri, Xelîl Xemgîn şarkı sözleri, kürtçe şarkı sözleri, Bûka Cîhanê, Xelîl Xemgîn - Bûka Cîhanê
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu siz yapın.