Xelîl Xemgîn - Çavreşa Min
Album : Zend
Text: Cegerxwîn
Musik: Xelîl Xemgîn
ÇAVREŞA MIN
Şîrîne çav reşa min, gelek delale dîlber
Yarek çi şox û şenge, ciwan û rind û nûber
Narîn û bîn xweş ûgeş, qibla me aşiqane
Letîf û zehre_sîma, şepale wek gula zer
Sîne çi gewr û boze, berdane ser du fincan
Sed heyf û sed mixabin, destên çepel herin ser
Çen gewher û diran zêr, şeker ji dev dibarî
Di guh dane zêr_guhar, gerden belor û mermer
Çavên nuh kilkirî reş, xuya xe poz bilinde
Rû put û lat û mabûd, zulfên siyah du ejder
Qws û qezeh du ebrû, bisk û kezî ji maran
Runiştî li textê dara, taca keyan li ser serî
Bi ehreman nizanim, pesnê wê ez çi bêjim
Pûtxane bû ji bo min, min ser gêjî li hember
Yarê te ez Cegerxwîn, bê dîn kirim, kirim dîn
Miftî ez im di eşqê, de wer bikuj bi xencer.
Helbest: Cegerxwîn
Awaz û muzîk: X. Xemgîn

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu siz yapın.